Skip to Content

Friday, September 18th, 2020

Hindek têbînî li ser çavpêktineke min.

Be First!
by May 20, 2008 گشتی

Tengezarê Marînî ……

Di 27-29.03.2008, li ser vexwendina wezareta rewşenbîriya herêma Kurdistanê û bizava rewşenbîrî li Akrê, bo festîvala cîhanî ya helbestê, ez beşdarî festîvalê  bi spasî bûm. Di vê festîvalê de, wek festîvalên din, ku li Duhok û bajarên din yên Kurdistanê dibin, nivîskar, rojnamevan û helbestvanên kurd ji cihên cuda cuda beşdar bûn.- Ev jî cihê dilxweşiyê ye, ku kurd, agahdarî berhemên hev dibin û hev nas dikin. Di pey pêşkêşkirina babeta min de, ya li ser zimanê helbestê û ciwaniya xwendinê, helbestvan Idrîs Elî, ku xelkê bajarê şehîd, Helebçe ye, Li wir jî daxwaza hevpeyivînekê di gel min kir, ku dê di kovarekê de belav bike. Min jî belênî da hêja kak Idrîs Elî. Di destpêkê de, wî behsa babeta min pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe diyar kir. Her ji destpêkê ve camêr got: „ Gelek agahiyên min li ser wêjeya kurdî ya kurmanjîaxêvan nîne“. Her weha daxwaz ji min kir, ku ez bi zaraveyê kurmanjiya naverast (soranî) biaxivim, ji ber ku zaraveyê kurmanjiya me tênagihe. Min jî gotiyê: „Soraniyekem tewaw niya kaka“, lê wî got tu biaxive û ez dê ji hêla rêziman ve serrast bikim. Ji ber ku kurekî genc bû û bi rastî jî helbesta ku li festîvalê xwend bi dilê min bû, min pêşniyara wî pejirand. Ez jî eve demeke, bendewarê wî bûm, ku ji min re hevpeyvîna  rastkirî (ji ber bi deng bû), ji min re rêbike, daku awirekê lê bigerênim ka ew serrastkirin durust in yan na? Lê beriya 2 rojan, min ji helbestvanê kurd, Dr. Arif Hîto nivîs wergirt, ku çavpêktina min  li http://www.dengekan.com/ hatiye belavkirin.
Min li nivîsa wî anî der, ku hevpeyvîn cihê nerazemendiya wî ye. Piştî  wê, li çavpêketinê geriyam û min xwend… Hez dikim çend têbîniyan di vî derbarî de binivîsim:

1. Pêdivî bû beriya bête belavkirin, ji min re bête rêkirin, daku binerim, gelo kak Idrîs Elî di mebesta min gehîştiye, nexasim ku ez bixwe jî bi wî zaraveyî wek pêwîst nizanim bipeyivim û ew jî bi zaraveyê min î têkel wek min pêdivî bi têkildariyê heye.

2. Di navnîşanê de, nivîsiye, ku min gotiye Bextiyar Elî „ Ferhengî zimanewanî bo kes nehêştûtewe“. Li bîra min e, min got di demekê de, behsa Selîm Berekat dikrin û digotin wî tişt ji nivîskarên kurdên rojava yê bi erebî dinivîsin nehiştiye, ditirsim weha bibêjin, ku Bextiyar Elî jî ferhenga zimanevanî bo nifşên nû ji nivîskarên nû yê soranîaxêv re nehiştiye. Lê bi xwe ev nedurust e, ziman têra hertiştekî û her babetekê û her yekî bi şêweyê xwe dike“. Li vir cudabûneke pir mezin, di navbera tişta min gotiye, an jî xwestiye bibêjim û ya hêja Idrîs Elî nivîsiye heye.

3. Her ji pirsa yekê bo min derket, ku bi şaşî yan hatiye têgehîştin, yan jî pirsa xwe di pey guft û goyê de nivîsiye û ne ew pirsa ku ji min kiriye. Helbestvan Idrîs Elî, pirsa xwe  ne li ser agahiyên min li ser  helbesta (şi,irî) kurdî ya Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) kir, belê li ser helbesta şêwzarê kurmanjiya naverast kir. Ev du pirsên cuda ne. Eger em behsa helbesta başûrê Kurdistanê bikim, nikarin li ser devera Badînan xwe çem bikin, ji ber çend sedeman:
• Ma li başûrê Kurdistanê, tenê soranîaxêv hene?
•  Min  bi xwe agahiyên xwe, li ser toreya kurdî ya zaraveyê soranîaxêvan, ji pirtûk û kovar û rojnameyên devera Badînan wergirtine
• Eger behsê helbesta kurdî li başûrê Kurdistanê bête kirin, kesek  nikare, nifşên kevin, mîna Exlatî, N.Brîfkanî,  Nalbend, şêx Memduhê Birîvkanî, Sebrî Botanî, Mayî, Salihê Yûsivî û gelekên din piştguh bike. Her weha li ser sê goşêya Badînan yên nûjeniyê Ebdulrehman Mizûrî, Mihsin Qoçan û Mueyed Tayb, ku ez wan bo xwe mamoste li qelem didim jî têbipere. Bêguman ev tazegeriya nû ( Postmodernîzm)  ku eve demeke bi hêz li wê deverê rû dide, mîna Mihsin Qoçan, Arif Hîto, Dayka Daliya û di pey wan re, Bilind Mihemed, Beşîr Mizûrî, Tirîfa Doskî, Cola Hacî, Emîna Zikrî, Ebdulrehman Bamernî, Şemal Akreyî û gelek din, ku min navê wan negot û daxwaza lêbuhurînê ji wan dikim, bo min cihê şehnaziyê û roniya paşeroja helbesta kurdî bi giştî ye.

4. Bêguman, helbestvan Şêrgo Bêkes navek e, kes nikare wî piştguh bike û bi şêweyekî ji şêweyan imperetoriya ku wî di helbestê de ava kiriye kes nikare bihêrivîne. Lê bi taybetî bo demên dawî, xwedubarekirin, sûdwergirtin li rûdiwên siyasî, taybetmendiya gelê kurd, hinekî bêhtir ji hecim û semta wî ya helbestî dayê. Hemen hemen bûye helbestvanê munasebatan. Ev peyva helbestvanê munasebatan, min di hevpeyvînê de jî gotibû û kak Idrîs Elî, gotibû, dê bikim sernivîs. Ew kare sernivîs be, ev mafê wî ye, lê ku ez bi şêweyekî behsa Şêrgo Bêkes bikim û di nivîsê de, weha bête diyarkirin, ku min pesna wî dabit?..Di gel ku di pirsa 5an de, bi şêweyê min gotiye hatiye nivîsîn. Li vir behwer nakim, ku ez di çavpêketineke kurt de, berevajî xwe bipeyivim!

5. Dubare, di dawî de, eger pirsiyar ew baye, ku rewşa helbestê li (Kurdistana Iraqê), û bersiva min ew bûya, êdî dihat wê wateyê, ku tenê şi,ir li def soranîaxêvan heye û li def yên din Hewramî, Kurmanjî(badînîaxêv) nîn e. Lewra behsê wan nehatiye kirin! Ev jî ne mentiq û logîk e, ji ber, ku hîn ji nîveka salên 80yan ve, ez agahdarê  helbesta wê deverê me û li sala 1992an, min lêkolînek li ser dîwana Mihsin Qoçan „ Befra li Hêrê“ nivîsî ye û beriya demeke nêzîk, min li ser 4 pertûkên devera Badînan nivîsîye, li ser pertûka, Dr. Fadil Omer, „Nijyargerî“, Dr. Arif Hîto, „ Payîza çiya“, Seîd Dêreşî „ Kelehên ava“, Tirîfa Doskî „ Êvariyeke Kesik“, ji bilî ku ez bi xwe şahid im li ser 2 festîvalên kultûrî hêja li Duhoka rengîn me, û festîvalekê li Akrê.

Li vir careke din diyar dibe, ku me hîn pêdivî bi demeke dûr û dirêj heye, bo em li êkûdu hal bibim û di êkudu bigihin.
Dîsan diyar dibe, ku babeta zaraveyan, ne wilo hêsan e û bi biryarekê nikare çareser bibe. Ya herî baş, ku herdû zarave pêk ve geş bibin, herdû standerd bin û bila em kurd carekê di karekî baş de, bibin nimûne bo hemî cîhanê.
Min jî ev têbînî nivîsîn, neku dibêjim, kak Idrîs bi mebest weha kiribe, dibe min bi xwe ew tiwana nebûbe, ku wî bi mebestên xwe têbigihînim.

Previous
Next

Leave a Reply